Helbest: Rojen Barnas Muzik: Ciwan Haco
helbesta/strana ku gotinên wê kêm/zêde rast/xelet wisa ne;
sira sibê li ba bû,
dara hewrê veciniqî hişyar bû,
tevziyek da xwe, tevziyek kûr...
rahişt bilûrê danî ser dirana...
ji sedsalên dûr û ji kezeba kûr distira.
ji sedsalên dûr û ji kezeba kûr distira.
kaniya bin dara hewrê,
bi dengê bilurê re nehwirand
hêstir werwirand melûl melûl
dilê heyva ji kovanên xwe re
kerî bi kerî, kezext û dirand
bilbilek firî ji hêlîne
çu danî li guliya gulê
xonçeyan mijand ji pêsîra xwe
berda dilê wan ji xuriyê
dilop dilop niqutî û xurî
niqut niqut niqutî û xurî
di dilopa paşî de sefeq beyan bû
ji bilûrê hîs birî kanî xayîs ket
li binê kema gulê bilbil ji can bû
jînek nû dest pêkir bi sira sibe
şefeq zelal xuza xuyan bûn |