• Anasayfa
  • Favorilere Ekle
  • Site Haritası
  • https://www.facebook.com/tabusalcom?ref=hl
  • https://twitter.com/tabusal
nameyek
 
ne li gelawêj
ne jî sermawez
nameyek difûre
xwebixwe vedibe
ji ber xwe dişewite
ji çavên xwe yên kelogirî
peyvan diweşîne

bi her du destan
tobedarê payiz nîn im
belqityo!

biharê,
li çendê, li gulanê
te kulîlkan gerisand
gazindokên min neqehirîne
nobedarê derdistan nîn im
lomeyê!

havînê,
coşa demsalê
kerba min a frotinê
xewna min a qelişîyê
nacemidim
hewceyê loqman nîn im
gedayê!

hibrê,
li xeweke spêde divê bimirim
divê tenê tu bikole min bi pênûserij
carinan li gor bimînim
carinan pelê
nelê!


ez ê bi dilê mem te bidime zînê. tu ruh'ul qudsa îsa, tu asayê mûsa, tu hemû doza qewla evînê, te çawa bikim peyda!


mahmut tarık / 2010
  
  
1567 kez okundu

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın